image

PeyamaKurd – Li navenda Katolîkên Xîrîstiyan ya dinyayê li Vatîkanê 21 kes ji terefê serpereştê rûhanî yê Vatîkanê Papa Franciscus de pileya wan hat bilindkirin û bûn kardînal. Di merasimê de tenê kardînal şewqa sor dan serê xwe ku tenê ew dikarin wê şewqê deynin serê xwe û her yek gustîlka zêr dan wan.

Merasim di meydana Aziz Petrus de hat kirin û merasima taybet bû. Merasim ji terefê Papa Franciscus de hat îdarekirin. Papa xîtabî kardînalên nûh kir û di axaftina xwe de got ku dêr weka senfoniyekiye ku ji milletên cuda û kesên bawermend aniye cem hev û got:

“Carna bi serê xwe û carna bi kesekî din re û carna bi temamê civakên din re weke senfoniyekî ku herkes destekê didê ye. Pirrengî pêwesite û mecbûriye. Ji ber wê, divê herkes li herkesî guhdarî bike. Her muzîkjenekî divê qedrê xwe bizanibe. Rêvebirê senfoniye jî di îcrakirina senfoniyê de di xezmeta vê mûcîzeyê de ye.”