
PeyamaKurd – Serokwezîra berê ya Almanyayê Angel Merkel, di hevpeyvîneke ligel Kovara Spiegel de, mikur hat ku xwestiya Rûsyayê bo êrîşa ser Ukraynayê bide rawestandin, lê hêza wê têra Pûtîn nekiriye.
Merkel gotiye, wê pir hewl daye Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bide rawestandin, lê ji ber ku di meha Kanûna sala borî de erka wê bidawî dibû, hêza wê têr nekeriye wî bide rawestandin.
Merkel daye zanîn ku wê bi hewldanên xwe dem bi Ukraynayê daye qezenckirin ku êrîşa Rûsyayê dereng bikeve.
Herwiha Merkelê diyar kiriye ku wê hewl daye bi beşdariya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron maseyeke gotûbêjê ava bike, lê ji ber ku her kesî dizanî ew ê di payîzê de dest ji kar bikişîne, hewldanên wê negihîştine encamê.