image

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel û serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi berya li Berlînê zîrweya lîderên YA yê bêkirin, civîneka çapemeniyê lidarxistin. Li ser pirsa lihevkirina koçberan ya bi Tirkiyê re, Merkel got ku jimareka zêde ya koşberan ji aliyê Tirkiyê de tê hewandin û mafê wan heye ku dewama destekê bixwazin. Merkel weha got:

“Divê li ser mijara dê çawa dewam bike, perspektîvekî bê pêşkêşkirin. Lewra em ê di zîrweyê de li ser mijarê biaxifin. Em her dû difikirin ku Tirkiye nebe, em nikarin bipêşbikevin.”

Merkel bi sedema koçberên li Tûnisê û Lîbyayê got ku dê li ser mijarê biaxifin û bi sedema Îtalya destehilatên siyasî daye destpêkirin, sipasiya Îtalyayê kir.

Merkel, got ku di 24-25 ê hezîranê de, zîrweya lîderên YA yê destpêdike û li ser têkiliyên bi Tirkiye û Rûsyayê re di navbera fikrên Almanya û Îtalya de cudatî tineye.