image

PeyamaKurd – Wezareta kerên derve ya Tirkiyê ragihand ku wê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, di 24 ê gulanê de seredana Fîlîstînê û di 25 ê gulanê de seredana Îsraîlê bike. Daxwuyaniya wezaretê ya nivîskî wehaye:

“Wê birêz wezîrê me di 24 ê gulana 2022 an de seredana Fîlîstînê bike û serokatiya civîna 2 em ya wezîrên karên derve ya Tirkiyê û Fîlîstînê ya komîta hevbeş ku di sala 2010 an de hatibû damezrandin, bike. Wê wezîrê me di seredana xwe de bi wezîrê karên derve yê Fîlîstînê birêz Riyad Malkî re hevdîtinên duqolî bike û plan dike ku bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas re were cem hev.

Wezîrê me wê di 25 ê gulana 2022 an de seredana Îsraîlê bike, bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê û hem alternatîv serokwezîr Yair Lapid re hevdîtinên duqolî bike û wê di nav heyetan de hevdîtin pêkwere. Di hevdîtinan de têkiliyên me yên duqolî, mijarên herêmî û mijarên navdewletî dê bên guftûgokirin.”