image

PeyamaKurd: Di mijara krîza Katalanya û Îspanya de piştî serokê Katalanya Puigdemont bi kefalet serbest hat berdan ragihandineka nû ji aliyê Almanya ve hat kirin.

Berdevkê wezareta karê derve yê Almanya got ku gelek girînge hukumeta Katalanya di demeka nêz de bê avakirin û pirsgirêk tenê dikare bi rêya polîtîk bê çareserkirin.

Dafgeha Almanya ya bilind ya eyaleta Schleswig-Holsteinê serokê Katalanyayê xistibû bin çav û niha bi 75 hezar Ewro bi kefalet serbest berda. Mezinê Katalanya Carles Puigdemont piştî perê kefaleta xwe da hat serbestkirin û sipasiya dewleta Almanya kir.

Hukumeta Îspanyayê ragihand ku ew bo biryara dadgeh Almanya rêz digirin.