image

PeyamaKurd – Lutkeya serokên welatên endamên hevpeymana NATOyê îro tê lidarxistin ku li gorî zanyariyan, mijarên sereke zêdegaviyên herdu welatên hevrik Çîn û Rûsya ne.

Di lûtkeyê de wê hewldanên Rûsyayê yên parçekirina dewletên Rojavayî, hebûna leşkerî û aborî ya zêde ya Çînê li Okyanûsa Atlantîkê bi hûrî bên gotûbêjkirin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg Çîn wekî gefeke ewlehiyê nirxand.

Herwiha di vê lutkeya NATOyê de, welatên endam pêşbînî dikin ku bi beşdariya Serokê Amerîka Joe Biden re heyameke nû di têkiliyên NATOyê û welatên wekî Çîn û Rûsya re were destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, 30 serokên ku li Brukselê kom bûne, dê hebûna leşkerî û aborî ya zêde ya Çînê di Okyanûsa Atlantîk de û perwerdeyên leşkerî yên hevbeş bi Rûsyayê re gengeşe bikin.

Dîplomatan daye zanîn ku tiştê herî girîng ji bo serokên dewletên NATOyê ew e ku Biden vegera ji nû ve ya Amerîkayê bo parastina giştî ya NATOyê ragihîne.