image

PeyamaKurd – Serokerkanê Amerîkayê orgeneral Mark Milley, li Pentagonê di civîna hevpar ya çapemeniyê de axifî û got niha mesela bingehîn ew e ku Amerîka hêzên xwe ji Afxanistanê vedikşîne û perwerdeya hêzên Afxanistanê bide li welatekî dinê bibe. Orgeneral Milley û wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, behsa xebatên xwe yên 100 rojan kirin û gotin ku armanca wan ya leşkerî guhertina mîsyonê ye. Milley weha got:

“Armanca bingehîn ya leşkerî ew e leşkerên xwe bi plan, bi ewlehî û nîzamî ji Afaxanistanê vekşînin û guhertina mîsyonê ye. Serok Biden soz daye heya êlûnê vekişandin temam bibe û em ê di wextê xwe de vekişîna xwe temam bikin.”

Milley ragihand ku êrîşên Talîbanê bo ser hêzên hukumetê dewam dikin, di sala dawiyê de her rojê di navbera 80 û 120 caran êrîş pêkanîne û piştî Amerîka dest bi vekişandinê kiriye, heman êrîş dewam dikin.

Milley got ku heya niha libajarê Helmandê baregehekî xwe teslîmê hêzên Afxanistanê kirine. Bo vekişandin bi ewlehî bibe, 6 balafirên bombardimanê yên B-52, 12 balafirên F-18 û keştiya balafiran ya Eisenhowerê li herêmê didin rawestandin.