image

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Misirê, bi daxuyaniyekê naveroka nîqaş û danûstandinên di navbera şandeyên Misir û Tirkiyê de, ku li Qahîrê pêk hatin do eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, di dan û standinan de qala dozên dualî û dozên herêmî, bi taybet rewşa Lîbya, Sûriyê, Iraq û girîngiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêma rojhilatê Deryayê Spî hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku her du alî dê encamên vê tora danûstandinan û lihevkirinên li ser gavên pêş binirxînin.

Ev danûstandin li Qahîre, bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Derve Balyoz Hemdî Sened Loza û Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Balyoz Sedat Onal, hatin kirin.