image

Wezareta karên derve ya Misrê, daxuyaniyek da û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta karên derve ya Misrê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Dagirkirina Efrînê  binpêkirina mafên mirovan e. Ev dagirkirin li dijî gelê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê em Tirkiyê şermezar dikin.

Herwiha di daxuyaniya wezareta karê derve ya Misrê bang li hemû aliyên herêmî û navnetewî hat kirin ku ji bo çareseriyeke siyasî hewl bidin û êdî gelê Sûriyê bes kul êşan bikişîne.