
PeyamaKurd – Namzeda Yeşil Sol Partiyê (Partiya Kesk) parlementera Adanayê Tülay Hatimoğulları Oruç, ji bo serokatiya meclisê daxwaznama xwe da serokatiya meclisê. Oruç daxwazanama xwe bi parlementerê Batmanê bi Mehmet Rüştü Tiryaki re kir. Piştî seredanê Tiryaki ragihand ku ji bo serokatiya meclisê di nav partiyan de lihevkirin nebûye û ne hewceye ku bi partiyên din re hevdîtin bikin. Tiryaki got ku her partî namzedê xwe nîşan daye û weha dewam kir:
“Eger di rojên ku parlemento vedibe de gera lihevkirinê tinebe, tiştek tine ku em li paşerojê bi hêvî binêrin. Hêvî dikim ku grûb ji niha û pêde bêhtir bikevin nav diyalogan û hewl bidin ku biryarên hevpar bidin.”