image

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Hîzbûllah a Lubnanê Hesen Nasrallah ragihand ku bi zorê çekên Hîzbûllahê ji destê wan bistînin, wê bibe sedema şerê navxwe. Nasrallah li ser îşxala hinek axa Lubnanê ya ji aliyê Îsraîlê de ku 22 sal berê bûbû, di salvegerê de di rêya vîdeoyê de peyamekî belav kir. Nasrallah li ser banga partiyên muxalif yên Lubnanê ku dibêjin divê Hîzbûllah sîlihên destê xwe teslîmê artêşa Lubnanê bike, weha got:

“Hewlên bêsîlihkirina bi zorê ya Hîzbûllahê, wê bibe sedema şerê navxweyî û ev rastiyekiye. Hun stratejiya bergiriyê dixwazin? Werin em li ser derxistina petrol û xaza li ser sînorên welatê me yên deryayê biaxifin. Ji bo dewlet û artêş li ser linga bimîne, em krîzan çareser bikin. Paşî jî stratejiya parastinê an ku bergiriyê.”

Îran û rejîma Sûriyê Hîzbûllahê destek dike û di sala 1982 an de derket ortê. Sekreterê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah di cotmeha sala 2021 ê de ragihandibû ku 100 hezar çekdarên wan hene.