image

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li Belçîkayê li baregeha NATO yê piştî civîna wezîrên bergiriyê yên NATO yê kir, pirsên çapemeniyê bersivand. Îro di civînê de biryar dan û planekî qebûl kirin ku di krîz û şer de dê parastina NATO yê çawa bêkirin. Stoltenberg got ku armanca vê planê ew e ku ew hêzên xwe di wexta rast de li ciyên rast wan bicîhbikin û got ku endamên NATO yê li ser hedefên şiyanan lihev kirine.

Di civînê de behsa bersiva tehdîdên sîstema fuzeyan ya Rûsyayê kirin û Stoltenberg mijarê weha ragihand:

“Niyeta me tineye ku em fuzeyên nukleerî yên nûh li Awrûpayê bicîh bikin. Ji bo em bersiva tehdîdan bidin siyasetekî bi mêzên û paketa leşkerî bicîh tînin. Di sîstema hewa û fuzeyan de baştirkirin heye, bi balafirên nesla 5 em re em derfetên xwe yên konvansiyonel xwurt dikin, tetbîqatên me, lihevanîna îstîxbaratên me û bandora hêza me ya nukleerî û hinek baştirkirinê din hene.”

Stoltenberg got ku li ser mijara Afxanistanê jî axifîne û wê nehêlin Afxanistan car din bibe hêlîna terorê û weha dewam kir:

“Bi taybetî Amerîka û hevkarên din eger pêwistbe dikarin ji dûr de li grûbên terorê yên li Afxanistanê bixin. Ji bo vê jî ne hewceye em di sehayê de bi hezaran leşkerên xwe bidin rawestandin.”

NATO her weha ragihand ku li Derya Reş hêzên xwe zêdetir kirine ji ber li Derya Reş 3 dewletên endamên NATO yê û 2 dewletên ortax hene.