image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand, di operasyonên artêşa Îsraîlê de wan fermandarên pilebilind ên Hemasê kuştine û got, wê operasyon berdewam bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu serdana nexweşxaneyeke li Tel Avîvê kir ku birîndarên êrişên moşekî yên Hemasê lê têne dermankirin.

Binyamin Netanyahu di serdana nexweşxaneyê de, ji rojnamevanan re behsa şerê li Xezeyê û operasyonên artêşa Îsraîlê kir û ragihand, şeva borî di êrîşeke asmanî ya hêzên wan de li Xezeyê hejmarek fermandarên pilebilind ên Hemasê hatine kuştin.

Netanyahû diyar kir ku wan bi awayekî tund bersiva êrîşên Hemasê da û destnîşan kir ku ew ê derbeyeke giran li Hemasê bidin.

Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn di pevçûn û aloziyan de li Xezeyê herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dane û 320 kes birîndar bûne.

Herwiha di êrîşên moşekî yên Hemasê de ku şeva borî zêdetirî 1000 moşek avêtibûn ser Îsraîlê jî herî kêm 5 sivîl hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.