
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li balafirgeha Ben Gurion a nêzî bajarê Tel Avîvê bersiva pirsên rojnamevanan da. Netenyahu got:
“Bi sedema bi serokê Fransayê Macron hevdîtin bikim ji welat diçim. Esasê hevdîtina me wê li ser Îranê be. Li ser êrîşkeriya Îranê, ji bo têkoşîna li hemberê daxwaza Îranê ku dixwaze bibe xwediyê çekên nuklerî û xebatên li hemberê Îranê ne.
Li Fransayê ez ê bi karsazên Fransayê yên ku dixwazin li Îsraîlê veberhênanê bikin hevdîtinnan bikim û bi Cihûyên li Fransayê re biaxifim.”
Netenyahu her weha behsa dewleta Çadê jî kir ku dixwest li Îsraîlê konsulxaneya xwe veke û weha got:
“Bi sala min bi dizî, bi Çadê re hevdîtinan kir û paşî çûm seredana wan. Di encamê de bi tevlîbûna serokê dewleta Çadê Itno, me konsulxaneyê vekir. Îro rojeka dîrokî bû.”
Piştî avakirina hukumeta Netenyahu ev cara duyeme ku Netenyahu dertê derveyê Îsraîlê. Berê seredana Urdunê kiribû û bi Kral Abdullah II re hevdîtin kiribû.