image

Netewên Yekbûyî ji bo rakirina rewşa awarte dengê xwe li Tirkiyê kir! Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî îro raporek weşand. Di raporê hate eşkerekirin ku li Tirkiyê, di dema rewşa awarte de, gelekî neheqî hatine kirin û mafên mirovan pir zêde hatine binpêkirin.

Hat îxtarkirin ku divê berî gavekê rewşa awarte rabe û hemî sazî têkevin mecraya xwe ya normal û serdestiya huqûqê were tesîskirin.

Di raporê de hate îfadekirin ku di dema rewşa awarte de 160 hezar kes hatiye girtin û nêzîkî 152 hezar karmendên dewletê jî ji karê xwe hatine dûrxistin.