image

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, piştî Konferansa AfB-UN a 6emîn, ji bo parzemîna Afrîkayê banga aştiyê kir.

Antonio Guterres, piştî Konferansa Salê ya Yekîtiya Afrîka û Netewên Yekbûyî (AfB-UN) a 6emîn ku li Addis Ababa paytexta Etiyopyayê hat lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Guterres, bi rêya daxuyaniyê ji bo parzemîna Afrîkayê banga aştiyê kir û got,

"Îro em axivîn bê ka saziyên me çawa dixebitin ku li seranserê parzemînê aştiyê pêk bînin. Mafê Afrîkayê yê aştiyê heye û hewcedariya wê bi aştiyê heye."

Sekreterê Giştî bi berdewamî da zanîn ku aştî her dem pêwîst e, lê ne hêsan e.