
PeyamaKurd - Sekreterê Gşştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt û komîserê karûbarên penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi li ser mijara pirsa penaberên sûriyeyî yên li welatên Ereban belav bûne gotûbêj kirin.
Hat ragihandin ku herdu aliyan pêwîstîya xebateke cidî ya ji bo vegera dilxwazî ya penaberên Sûriyê anî ziman.
Di daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ebû Xeyt de hat gotin, aliyan bal kişand ser rewşa penaberên li welatên Ereb û nemaze yên li Sûdanê ku piştî şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de penaber bûne.
Ebû Xeyt daye zanîn, divê komîserî destekê bide welatên ku penaber pêşwazî kirine û got, wekî gava pêşîn a rawestandina êşa sivîlan divê şer bi temamî were rawestandin da ku rêxistinên alîkariyê bikarin bixebitin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî raporan, heta 2022yan nêzî 13 milyon penaberên ji Sûriyê li seranserê cîhanê belav bûne ku ji wan 5.6 milyon kes jî li welatên cîran dimînin.