image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên hundir yê Afxanistanê Tariq Aryen bo çapemeniyê ragihand ku li Kabîlê li devera Deştî Barçiyê li ber dibistana Seyîd ûl Şuheda êrîşekî bombeyî çêbûye. Bûyer ber destê fetarê çêbûye û di encamê de 25 sîvîl jiyana xwe ji dest dane û 52 sîvîl birîndar bûne. Dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Şahidên bûyerê ragihandine ku jimara miriyan di ser 30 kesan de ne û êrîş bi erebeyakî bombekirî hatiye kirin.

Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe û Talîbanê ragihandiye ku ew vê bûyerê nekirine û bûyerê şermezar kirine.