
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku koka terorê ji gelek probleman tê û di encama probleman de dertê ortê. Lê di têkoşîna li dijî terorê de, divê mafên mirovan deynin navenda wan hewldanan. Guterres, mijarê di civîna Neteweyên Yekgirtî de ragihand ku mijar di konseya ewlehiya NY de, di civîna organîzasyonên bi NY re, hevkariya di navbera mekanîzmayên hevpar de, têkoşîna bi terorê re û bergirtina li şiddetê de, danî holê. Guterres got:
“Terorîzm, pirsgirêkên ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY de tên niqaşkirin, kok û encama wan e. Teror ji qelsiya sîstemên siyasî, aborî û ewlehiyê û bê îstîqrariyê desthilata xwe zêde dike. Li Afrîkayê teror di asta endîşeyê de ye, bêçareyî, feqîrî, birs, nebûna xizmetên bingehîn û bêkarî ji bo belavbûna grûbên terorê zemînê amade dike. Teror çawa mirovan ji hev dûr dixe, têkoşîna li hemberê wan jî dikare welatan bigihîne hev.
Em ji bo feqîriyê û terora li Afrîkayê biqedînin, em bi welatên Afrîka re ne. Teror înkara mafên mirovan û nebûna wan e. Ji ber wê, eger em heman înkarê û herifandinê dewam bikin, em nikarin li hemberê terorê bi ser bikevin.”