image

Erkdarê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyîn got ku li Efrînê gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Piştî ku Efrîn kete destê artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, Netewên Yekbûyî di derbarê Efrînê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Erkdarê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyîn diyar kir ku li Efrînê ji ber êrîşên hewayî, topbaran û teqînan gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin. Bi hezaran sivîl jî penaber bûne.

Erkdarê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî got ku hê jî bi qasî 50 hezar sivîl li bajêr jiyana xwe didomînin. Di bajêr de, tenê nexweşxaneyek hebû û ji ber bombebaranan ew jî xira bûye û fe’aliyetên xwe sekinandine.

Xetên ava vexwarinê jî xira bûne û av nagihe piraniya gelê Efrînê.