image

PeyamaKurd - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi raporekê eşkere kir ku rejîma Sûriyê sala 2018an di êrîşeke li dijî bajarê Seraqib de çekên kîmyawî bi kar aniye.

OPCW rejîma Sûriyê bi bikaranîna gaza Klorê li dijî sivîlên Sereqibê tawanbar kir ku ew êrîş 4ê Sibata 2018anli ser taxeke bajarokê Sereqibê yê parêzgeha Idlibê çêbûbû.

OPCW diyar kir ku belge di destê wan de hene û ragihand, “Helîkopterek rejîma Sûrî roja 4ê Sibata 2018an herî kêm bermîlek teqemenî ku bi gaza kolorê dagirtîbû, bi ser cihekî sivîl li rojhilatê bajarê Seraqib ê Idlibê de berdaye û bi kêmanî 12 kes birîndar bûn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye rejîma Şamê 7 Nîsana 2018an jî bi heman çekan êrîşî Xûtaya Rojhilat kiribû û bi qasî 70 kes bûbûn qûrbanî.

Di serî de Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya dixwazin rejîma Sûrî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî were cezakirin.