image

PeyamaKurd – Serokê senatoya Pakistanê Muhammed Sadık Sanjrani ragihand ku Pakistan biryarê daye da têkiliyên xwe yên di sehayên aboriyê, bazirganiyê, fînans, enerjî û perwerdê de li gor berjewendiyên her dû dewletan xwurt bike. Li gor nûçeya Radio Pakistanê; Sanjranî di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Moskovayê, bi heyeta xwe ve bi seroka konseya federasyonê Valentina Matviyenko re civiyaye.

Sanjrani, di civînê de li ser rewşa asayîşa herêmê agahiyan daye Matviyenko û xwestiye ku pirsgirêka Cammu Keşmirê ji terefê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî de çareser bibe.