image

PeyamaKurd - Pêşengê Rihanî û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus, di peyema xwe ya roja yekşemê de, li ser şerê Îsraîl û Filîstînê peyamekî belav kir û wiha got: 

 

"Rewşa li Îsraîl û Filîstinê rewşeke cidî ye, xiravbûyîna agirbestê ciyê nîgeraniyê ye. Ev tê wateya mirin, têkçûn û sefaletê. Gelek dîlgirtî serbest hatin berdan lê hêj gelek ji wan li Xezzeyê ne. Em hêvî dikin ku ew bikarin careke din malbat û hezkiriyên xwe hembêz bikin. Li Xezzeyê pir zêde êşên giran hene. Hêvîdarim hemû aliyên pêwendîdar, demekî zûtir ji bo agirbesteke nû lihev bikin û ji rêbazên çekdarî cuda rêbazan hilberînin, rêyên wêrek ên aştiyê biceribînin. 

Papa Farnciscus ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê neçûbû Konferansa COP28ê û li ser wê civînê jî ragihand ku divê li hember germbûyîna global û guhêrîna avhewayê bergirî û bertekên siyasî bên nîşandan û birêxistin.