
PeyamaKurd – Li dijî navê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralioglu bi fermî ji partiya xwe îstifa kir.
Yavuz Ağıralioğlu da zanîn, wê sibê bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re hevdîtinê pêk bîne û îstifa bike.
Piştre Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu ragihand, hevdîtina Yavuz Agiralioglu ya bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re hatiye betalkirin.
Yavuz Ağıralioğlu piştî van geşedanan bi fermî ji partiya xwe îstifa kir.
Di daxwaznameya ku ji Serokatiya Koma Îyî Partiyê re nivîsand de Agiralioglu ragihand, bi gotina "li ser pêwîstiya xwe dibînim" ji partiya xwe îstifa kiriye.