image

PeyamaKurd – Parlamentoya Letonyayê ku bi xwe piştî êrîşa ser Ukraynayê ew jî di bin gefa êrîşên Rûsyayê de, derbarê dewleta Rûsyayê de biryareke girîng wergirt.

Bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku Parlamentoya Letonyayê, bi fermî Rûsya wek dewleta ‘sponsora terorîzmê’ pênase kiriye û herwiha Rûsya li dijî gelê Ukraynayê bi tawna qirkirinê hat tawanbarkirin.

Parlamentoya Letonyayê daye xuyakirin ku Rûsya bi êrîşên ser Ukraynayê hewl dide gel û hêzên çekdar ên Ukraynayê bêmoral bihêle, dewletê felc bike û dema dagirkirinê jî êş û azaran bi ser xelkê de pêk tîne.

Herwiha di daxuyaniyê de, ji bilî behskirina çek û bombeyên Rûsî yên sivîl pê têne armanckirin, hatiye gotin ku divê civaka navdewletî wek piştevana yekem a şerê Rûsyayê, ji bo Belarûsê jî heman dorpêçan bisepîne.