image

PeyamaKurd – Roja borî parlementoya eyaleta Viyanayê, kîmyabarana sala 1988an ya ser bajarê Helebçe ya Herêma Kurdistanê bi ‘komkujî’ nas kir. Di sala 1988an de rejîma Iraqê ya Saddam Huseyn li ser Helebçê bi balafiran çekên kîmyewî bikaranîbû û di encamê de 5 hezar kes kuştibû û 5 hezar kesî jî birîndar kiribû. Biryara parlementoyê ji aliyê parlementera Partiya Kesk Berîvan Aslan de hat ragihandin. Aslan got:

“Di dîroka siyasî ya Avûstûrya de cara yekeme ku sûcekî komkî bi ‘komkujiyê’ hat binavkirin.”

Pêşniyar, di parlementoyê de bi pêşniyara Partiya Keskan, Sosyal Demokratan (SPÖ) û Partiya Lîberal (NEOS) hat dayîn û bi yekdengî ‘komkujiya Helebçe’ hat qebûlkirin. Parlementoya Viyanayê bi nivîskî daxwuyanî da û cîh da gotinên parlementer Berîvan Aslan. Berivan Aslan di axaftina xwe de gotibû:

“35 sal berê di êrîşa xaza jehrê de ya ji aliyê Saddam Huseyin de hatibû kirin, 5 hezar Kurd kuştibû. Kiryar di hafıza milletê Kurd de birînekî kûr hiştibû.”

Berîvan Aslan jî di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de biryarê ragihand.