.jpg)
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku baloneke îstixbaratê ya bilind a Çînê li esmanê Amerîkayê digeriya û artêşa Amerîkayê jî balonê dişopand.
Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder ku bi telekonferansê ji rojnamevanan re daxuyanî da û got: "Hikûmeta Dewletên Yekbûyî balonek çavdêriyê ya bilindahiyê li ser xaka Dewletên Yekbûyî dîtiye û niha dişopîne. Hikûmeta Dewletên Yekbûyî, di nav de Fermandariya Parastina Asmanî ya Amerîkaya Bakur (NORAD), ji nêz ve li balonê temaşe dike. Balon aniha li bilindahiyek ji seyrûsefera asmanî ya sivîl e û tu metirsiyek fizîkî an leşkerî li ser mirovên li ser erdê çênake."
Ryder bi bîr xist ku bûyerên bi vî rengî yên balonê berê jî qewimîne, Ryder got, wan tedbîrên pêwîst girtine ji bo ku balona navborî yekser piştî ku hat tespîtkirin îstîxbaratê berhev neke.
Rayedarekî payebilind ê Pentagonê ku piştî Ryder daxuyaniyek da rojnamevanan û nexwest navê wî were eşkerekirin, ev agahî da:
"Em pê bawer in ku ev balona çavdêriyê ya bilind aîdî Çînê ye.
Balonên wiha jî çend sal berê hatibûn dîtin. Serok (Joe) Biden li ser vê yekê agahdar bû û vebijarkek leşkerî xwest. Sekreterê Berevaniyê Loyd Austin rêveberiya bilind a berevaniyê dema li ser rêya ya Fîlîpînê kom kir. Sererkan Orgeneral Mark Milley û Fermandarê NORADê Orgeneral Van Herk şîret kirin ku ji ber metirsiyên ku wê li cihê ku parçeyên wê bikevin, êrîşî balonê nekin."
Rayedar da zanîn, wan hêza balonê ya berhevkirina îstîxbaratên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wekî qels nirxand.
Rayedar diyar kir, Amerîka li ser giraniya mijarê bi rayedarên Çînê re têkilî daniye û got, ew balon roja borî li ser eyaleta Montana (Amerîka li eyaleta Montana xwedî çekên atomî ye) bû û eger ew were avêtin, bermahiyên wê yên li ser erdê dibe sedema zerarek mezin.
Rayedar amaje bi wê yekê jî kir ku bi taybetî rêya balonê di ser dezgehên hesas ên Amerîkayê re derbas bûye, lê belê kapasîteya komkirina îstixbaratê lawaz bûye û artêşa Amerîkayê tedbîrên pêwîst girtiye