image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerayê Pentagon gelek leşkerên xwe, balafir û sîstemên parastinê ji Rojhilata Navîn vedikşîne. Wezîrê Pentagonê bo fermandariya Navendê ya Amerîkayê ferman kiriye ku vê havînê ji hinek welatên Rojhilata Navîn sîstem, balafir û ekîpmanên xwe vedikşîne.

Hinek ji wan heyiyên xwe bo tamîratê dibin Amerîkayê û hinekên din bo bişînin herêmên din ji Rojhilata Navîn vedikşînin. Bo ewlehiya operasyonel dê hûrahiya mijarê nê ragihandin. Di ragihandinê de hat gotin ku biryar bi xwediyê malê re bi hevre hatine dayîn û ev guhertin dê li ewlehiya berjewendiyên netewî yên Amerîkayê zerarê neke û bo tehdîdeka li herêmê, dê hinek hêz bihêlin da karibin bergiriyê bike.

Rojnama Wall Street Journal duhî ragihandibû ku serokê Amerîkayê Joe Biden piştî Afxanistanê dê piraniya hêzên xwe ji Kuweytê, Iraq, Urdun û Erebistanê vekişîne.