image

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) got ku leşkerên wan ji Minbicê navekişin.

Berdevkê Pentagonê Serbaz Robert Manning daxuyaniyek da û wiha got: “Li Efrînê leşkerên me tune bûn, lê li Minbicê leşkerên me hene. Me bi îfadeyeke gelekî zelal eşkere kir ku Amerîka leşkerên xwe yên li Minbicê venakişîne û li wê derê wê tedbîrên xwe bistînin.

 Manning wiha berdewam kir: “Ji geşedanên Bakurê Sûriyê em bitirs in. Divê hemî alî bala xwe bidin ser şerê li dijî IŞÎDê. Amerîka li herêmê, ne li aliyê ti kesî ye. Tenê em naxwazin ku IŞÎD li vê herêmê hêzdar bibe. Em hinek tirsên Tirkiyê yên ji bo hidûdê wê fêhm dikin lêbelê ji şerê li herêmên sivîlan jî em bitirs in. Li nêzî hidûdan, operasyonên nû; tenê gengeşiya li herêmê zêdetir dikin.