image

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina serokê her dû dewletan yê Amerîkayê û Rûsyayê encamnameyekî belavkirin û tê de gotin ku eger şerekî nukleerî çêbibe, dê kes qezenc neke û her dû teref ragihandin ku dê şerekî weha destpêneke.

Putin ragihandiye ku dê Rûsya û Amerîka balyozên hev yên ku ji welat derxistibûn, dê car din dagerin ciyên xwe.

Muzakere ji 3 beşan pêkdihat; hevdîtinên di formata teng de û navber bo qehewevexwarinê. Di peyde 2 cara civînên berfireh çêbûn. Civîna çapemeniyê ewilî Putin bi serê xwe kir û Biden paşî kir. Hevdîtin bi temamî 3 siet dewam kir.

Encamnameyê ewilî Kremlînê belav kir. Di encamnamê de hat gotin ku:

“Rûsya û Amerîka di her wexta nexweş de divê di seha stratejîk de pêşiya xwe karibin bibînin, rîska şerê bi sîlihan û tehdîda şerê nukleerî kêm bikin û ber bi van hedefan de herin.”

Di beyanê de hat gotin ku demek berê Peymana New START ê dirêj kirine û dirêjkirina peymanê nîşana xwegirêdana bi kontrola sîlihên nukleerî ne û weha dewam dike:

“Îro, di şerekî nukleerî de ti terefekî qezenc nake û em xwe girêdayê ku ‘ti carê şerekî nukleerî çênebe’ dibînin û teyîd dikin.”

Di beyanê de her weha hat gotin ku dê demekî nêz de, di navbera Rûsya û Amerîka de şêwrên berfireh destpêbikin û weha dibêje:

“Di mijara îstîqrara stratejîk de, dê diyalogekî dualî, berfireh, xurt û saxlem destpêbike. Bi rêya diyalogê em dixwazin sîlihên di dahatê de kontrol bikin û dixwazin bingeha berlêgirtina rîskan ava bikin.”

Piştî hevdîtinê serokê Rûsyayê Putin ragihand ku hevdîtin gelkî bi erênî derbas bûye û weha got:

“Me bi Biden re lihev kir ku di seha ewlehiya sîberî de dest bi îstîşareyan bikin. Ev gelkî girîng e.”

Putin, got ku dibe di derbarê mehkûmên hemwelatiyên Amerîka de hinek tawîzan bide.

Biden jî di ragihandina xwe de weha got:

“Min di derbarê mafên mirovan de endîşeyên xwe got. Min bo Putin got ku ajenda min ne li dijî Rûsya an welatekî dinê ye lê bo xelkê Amerîkaye. Me bi Putin re lihev kir da sîlihên tevlihev belav nebin û bo kontrolê divê mekanîzmayekî hebe û me di babetê de lihev kir. Hewlên ku li ser hilbijartinên me bandorê bikin, hukumraniya me îhlal bikin an nîzama me ya hilbijartinê ya demokratîk xerab bikin, em qebûl nakin.”