
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Amerîkî ku dispêre çavkaniyên Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ew bawer nakin ku Ukrayna bikare Kirimê ji destê Rûsyayê rizgar bike.
Li gorî malpera Politicoyê 4 rayedarên payebilind ên Pentagonê brîfîngeke nepen dane Komîteya Hêzên Çekdar a Encûmena Nûneran a Amerîkayê rewşa herêma Kirimê ku Rûsyayê ji sala 2014an ve îlhak kiriye vegotine.
Politicoyê diyar kiriye ku Pentagon ne di wê baweriyê de ye ku Ukrayna bikaribe Kirimê ji destê Rûsyayê rizgar bike û bi vê nêrîna xwe jî rêveberiya Ukraynayê hêvîşikestî kirine.
Rayedarekî Pentagonê ji Politicoyê re gotiye ku ne misoger e ku Ukrayna bikare erdên ji dest dane ji Rûsyayê rizgar bike.
Herwiha cîgira berdevkê Pentagonê Sabrîna Singh li ser mijarê diyar kiriye ku ew nikare şîroveyekê li ser brîfînge veşarî ya piştderiyan bike, lê dema ew li qebîliyeta hêzên Ukraynayê ya vegerandina erdên xwe dinêrin, ji van çalakiyên serkeftî gelek tiştan fêm dikin.