image

PeyamaKurd – Welîahd Prensê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed bin Selman wê seredana gelek welatan bike û Tirkiye jî di nav wan welatan de ye. Li gor ragihandina ajansa Reutersê ku binkeya agahiya xwe biriye ser çavkaniyekî Erebistanê; wê Selman seredana Tirkiyê, Kibrisa Rûma, Yûnanistan, Urdun û Misrê bike. Selman plan dike ku li ser mijarên navdewletî, herêmî, enerjî û bazirganiyê dan û sitendinan bike û peymanên bazirganî îmze bike.

Çavkaniyên xeberê ragihandine ku prens dixebite rojên seredanê destnîşan bike lê du desthilat ragihandine ku seredanên prens Selman dibe di serê meha hezîranê de destpêbikin. Welatên destnîşankirî nîşan didin ku ew dewletin li Rojhilatê Derya Sipî li xaz û petrolê digerin. Niha welatên rojava Rûsyayê ji zincîra amadekariya enerjiyê derxistiye û niha girîngiya herêma Rojhilatê Derya Sipî derketiye pêş.

Erebistan heya niha di şerê Rûsya-Ûkrayna de nebûye teref û bersivekî erênî nedaye Amerîkayê da hilberîna petrolê zêde bike ku bihayê petrolê di asta navdewletî de kêm bibe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 29 ê nîsanê de li ser daweta qralê Erebistanê Selman seredana Erebistanê kiribû û bi her dû Selmanan re hevdîtin kiribû.