image

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li cem Serokkomarê Tirkiyê got: "Heqê gelê Kurd heye ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de beşdar bibe."

Pûtîn û Erdogan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Serokê Rûsyayê li ser rewşa Kurdan li Sûriyê got:
"Baweriya me ew e ku Kurd beşek ji fireneteweyiya Sûriyê ne. Mafê wan heye beşdarî her cure pêvajoya siyasî bibin. Heqê wan heye di pêşeroja Sûriyê de cihê xwe bibînin. Her pêvajoya dest pê bike divê bi hemahengiya hemû aliyan be."