image

Wek tê zanîn, di alozkirina Sûrîyê de rola Rûsya, Îran û Tirkîyê pir e û her sê welat li hember Amerîka û Hêzên Hevpeyman wel blokekê tev digerin û dixwazin di drbarê Sûrîyê û pêşeroja Sûrîyê de xwedî gotin û biryar bin. Piştî çend civînên Astanayê û hewldanên çareserîya pirsgirêkên li Sûrîyê, herî dawîn Erdogan, Pûtîn û Ruhanî li Stenbolê civîyan û zîrveyek Sûrîyê pêk anîn.

Di daxuyanîya piştî civîna her sê alîyan de balkêş e ku behsa PYD nehatiye kirin û di lîsteya terorê de navê PYD derbas nebûye. Her sê welatan rêxistinên wek DEAŞ, Nusra, El Kaîde û grûpên bi wan ve girêdayî wek rêxistinên terorîst qebûl kirin. Lê behsa PYD nehatiye kirin.

Tirkîye ya ku PYD û YPG wek rêxistinên terorîst dibîne û ji bo êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dike sebeb, di vê daxuyanîyê de behsa PYD û terorîstbûna wê nekiriye.

Z. B