image

PeyamaKurd – Qebîleyên xwecihiyên Brezîlyayê, ji bo parastina çand, milk û mîrateya bavûkalên xwe bi tîr û kevanan dijî hêzên ewlekariyê berxwe didin.

Hat ragihandin ku endamên çar hozên rûniştvanên resen ên Brezîlyayê li ber parlamentoya Brezîlyayê dijî proje-yasayekê xwepêşandanek kirin ku ew yasa destûrê dide kompanyeyan li navçeyên wan hozan daran bibirin û bi pey kanan de bigerin.

Serokê Hoza Awa Turimata Pataxo li ber parlamenê ji medyayê re gotiye: “Em hatine vê derê daku nerazîbûna xwe pêşan bidin dijî wê proje-yasayê ku niha li parlamentoyê tê gotûbêjkirin, ew dixwazin daristanên me bibirin û bi navê pêşxistina aborî zeviyên me ji nav bibin.”

Li Brezîlyayê zêdeyî 300 hoz hene ku hejmara wan digihe milyonek kesan û wek rûniştvanên resen ên Brezîlyayê têne naskirin û niştecihê nêzîka 700 navçeyên welat in.

Serokê Hoza Arapaso Dinama Tuxa diyar kir, “Bi dehan sal e navçeyên me rûbirûyê tundûtûjî dibin wek jinavbirina şînkahî û gera bi pey kanan de heta digihe kuştina serokên hozên me; em hatine behsa wê bikin lê polîs heman tiştî ligel me dike ku li navçeyên me dikin.”

Hiştin û parastina dab û nerît beşek e ji wê şerê hozên Brezîlyayê ligel hikûmetê dikin ku polîtîkayên wê di sê salên borî de bûne sedema jinavbirina zêdeyî 10 hezar kilometre ducar daristan û şînkahîyê.