image

PeyamaKurd – Amerîka encama Rapora Azadiyên Olî ya 2020an eşkere kir û diyar kir, Hikûmeta Tirkiyê sînordarkirina mafên kêmîneyên ne Misliman didomîne.

Li gor raporê, pêkhateyên olî yên li Tirkiyê gava dixwazin îbadxaneyekê vekin, yan wê birêve bibin bi dijwariyan re rûbirû dimînin. Di nav wan dijwariyan de, nelihevkirinên ser milkan, mijarên hiqûqî yên di navbera hikûmetê û dêran de, hilbijartina bo rêvebirîyên weqfên olî û dersa olî ya mecbûrî ya li dibistinan hatin rêzkirin.

Rapor dide zanîn, Alewiyên li Tirkiyê ji ber karên bo perwerdeya li dibistanên dewletê û naverokên olî rastî kêşeyan tên.

Herwiha di raporê de Muzeya Ayasofya ya ku bo xizmetên mizgeftî hatibû vekirin jî cîh girt.

Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin, dijî goristan û îbadetxaneyên kêmîneyan çalakiyên hovane li dar dikevin û ji bo mînakan jî êrîşên dijî dêrên Ermeniyan û goristanên Kirîstîyanan hat dayîn.

Rapora Amerîka eşkere dike, Hikûmeta Tirkiyê, Alewiyan li dijî Mislimantiyê dibîne û tevî biryara dadgehê jî ew Cemxaneyan hîn jî wek îbadetxane nabîne.

Ew rapor dide zanîn, ji sedî 99 nifûsa Tirkiyê Misliman e û ji sedî 77,5 ji sedê wan Sunî ne.