image

PeyamaKurd- Li ser operasyonên artêşa Tirk a li dijî Rojava, ji aliyê Wezareta Berevaniya Suriyeyê ve daxuyaniya yekemîn hat dayîn. Di daxuyaniyê de li ser wendahiyên artêşa rejîmê, agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniya wezaretê de li ser operasyonên asîmanî yên Hêzên Artêşa Tirk ku duh bişev li dijî herêmên Rojava û Herêma Kurdistanê hat kirin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Îro bi berbanga sibehê re li bakurê Helebê û li bejahiya Hesekê, li dijî axên Suriyeyê, êrîşên hêzên Tirk çêbûn û di encama van êrîşan de gelek leşker şehîd bûn.”

Her wiha ji aliyê AFPê ve jî hat ragihandin ku Dîrektorê SOHRê Ramî Abdurrahman gotiye ku hêzên Tirk ji bilî êrîşên li dijî çeperên bakurê Helebê û bakur rojhilatê Hesekê, xalên ku hêzên rejîmê lê bi cih bûbûn jî hatine armanckirin.