image

PeyamaKurd – Hate ragihandina ku mafyakarê rûsî yê bi navê rêxistina "Thieves in Law" Shamil Amirov ku Interpolê biyara girtina wî derxistibû, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hate girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, bi daxuyaniyeke ser medya civakî ragihand, Shamil Amirov ê Interpolê bultena şîn ji bo wî derxistibû, di operasyona ‘Kafes 15’ de li Stenbolê hate desteserkirin.

Hatiye diyarkirin ku Amîrov li navçeya Sariyer a Stenbolê îqamet dikir û bixwe rêveberekî rêxistina tawanan a rûsî ya bi navê "Thieves in Law" bûye.