
PeyamaKurd- Dozgeriya Giştî ya li Bakurê Sûriyê, daxuyaniyek da û got ku wan biryar daye ku Endamê Pîlotbîroya Yekîtiyê Fûad Elîko û endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê Ibrahîm Biro bigirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev her du erkdarên YEKÎTÎ Û ENKSê piştgirî dane operasyona Tirkiyê û destê wan di dagirkirina Efrînê de heye.
Ji aliyê din ve her du erkdar, van sucdarkirinan bi rengekî teqez red dikin û dibêjin ev ne rast in.
Berî niha ENKSê di vê mijarê de daxuyaniyek dabû û tometên di derbarê Fûad Elîko û Ibrahîm Biro de red kiribûn.