image

PeyamaKurd – Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê, piştî civîna ji bo destnîşankirina roja rûnişitina duyem ya parlementoyê ku wê serokomarê nû tê de bê hilbijartin eşkere kir. Hat ragihandin ku Parlamentoya Iraqê roja 7ê Sibata 2022yan ji bo hilbijartina Serokomar dicive.

Herwiha biryar hat diyar ku roja Duşemê 31ê Çileya 2022yan jî wê navên namzedên serokomarê nû yê Iraqê werin eşkere kirin.

Heta niha Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî û Serokomarê niha Berhem Salih û hejmarek kesên din navên xwe ji bo namzediya serokomariyê tomar kirine.

Li gorî nirxandinên aliyên siyasî yên li Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê şansê herî zêde yê namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî heye.

Di yekemîn civîna xula pêncem ya parlementoya Iraqê ku roja 9ê Çile pêk hatibû de, desteya serokatiya parlamenê hatibû hilbijartin ku Mihemed Helbûsî careke din wek serokê parlementoyê, Hakim Zamilî wek cîgirê yekem û namzedê PDKê Şaxewan Ebdullah jî wek cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê hatibûn hilbijartin.