
PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski ragihand ku çemên Dîcle û Firatê yek ji şaristaniyên herî mezin dane cîhanê û xwest, tedbîrên pratîkî û bilez ji bo parastina çavkaniyên avê werin wergirtin.
Alina Romanowski di peyama xwe ya li ser Twitterê ya ji bo Roja Cîhanî ya Avê de got: "Em îro Roja Cîhanê ya Avê pîroz dikin. Bi hezaran sal berê çemên Dîcle û Firatê sûd ji gelên herêmê re anîn û yek ji mezintirîn şaristaniyên cîhanê da me.”
Balyoza Amerîkayê daxwaz kir ku tedbîrên bilez ji bo parastina çavkaniyên avê di vê rewşa dijwar de bên wergirtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ava çemên Dicle û Firatê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve gelek caran li ser Iraq (Herêma Kurdistanê) û Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) tê qutkirin ku ev jî karesatên mirovî û aborî bi xwe re tîne.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duh 21ê Adarê piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî gotibû, ew dê ji bo mehekê rêjeya berdana avê bo Iraqê zêde bikin.