image

PeyamaKurd – Serokê Îranê Hesen Rûhanî li ser hevdîtinên payîtexta Awûstûryayê yên Viyanayê yên li ser peymana nukleerî şiroveyan kir. Rûhanî ragihand ku di hevdîtinan de % 60-70 pêşdeçûn çêbûne. Rûhanî şiroveyên xwe di hevdîtina bi aktîvîstên li Tehranê re kir. Rûhanî got ku dê ecele nekin û heya karibin ji derfetan fêde bibînin û weha got:

“Di hevdîtinên Viyana de %60-70 pêşdeçûn çêbûn. Eger Amerîka durust tevbigere, wê di wexteka kurt de bigihên encamê. Ew çarçoveya ku serokê ayînî Elî Hemaney bo me daniye, em wê diparêzin.

Em di hevdîtinên Viyana de li gor rabirdûyê xwurttirin. Eger Îran bi xurtî tevlî hevdîtinan dibe, ev tê wateya ku siyaseta zorê ya Amerîkayê serkeftî nîne.”