image

PeyamaKurd - Serokkomar Îranê Hesen Rûhanî der heqê Efrînê de ragihand ku, "Divê rêz li yekîtî û serweriya axa Sûryê bê girtin û pêwîst e artêşa Sûryê wê deverê kontrol bike".

Rûhanî di civîna digel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê de wiha axivî: "Dewletên mezin bizava dabeşkirina Sûryê dikin û em vê yekê red dikin û ti carî qebûl nakin".

Herwiha got: "Bûn û mana hêzên biyanî li ser axa Sûryê, bê razîbûna Hikûmeta Sûryê neyasayî ye û pêwîst e bidawî bê".

Derbarê çarekirina kirîza Sûryê, Rûhanî got: "Ew kirîz bi riyên serbazî û bikaranîna hêzê û sepandina çareseriyan ji derveyî welat, çareser nabe".

Herwiha got: "Mafê xelkê Sûriyê bi tenê ye ku bi riya hilbijartinên demokratîk biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin."