image

PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê niha Rûsya dorpêçan danî ser 154 endamên Kamara Lordan. Wezreta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku Îngîltere hema bêje dorpêçan daniye ser temamê endamên ferderasyona Rûsyayê û ragihand ku li ser bingeha qaîda wekheviyê ya li hemberê hev, wan dorpêçê daniye ser 154 endamên Kameraya Lordan ya Îngîltereyê. Wezareta kerên derve ya Rûsyayê weha got:

“Îsal di meha adarê de Îngîltere dorpêçê danî ser temamê endamên federasyona Rûsyayê. Me jî li hemberê biryara Îngîltere dorpêçan danî ser 154 endamên Kamara Lordan. Em ê îznê nedin ku bikevin welatê me. Ew îzalasyonê danîn ser Rûsyayê û şertan afirandin da aboriya me têk here.”

Rûsya lîsta navan ragihand ku di nav wan de navê serokê Kamara Lordan yê John Francis Mcfall jî heye û Rûsya dixebite da lîstê firehtir bike.