image

PeyamaKurd – Piştî Amerîkayê biryarê da ku deh dîplomatên Rûsyayê derdixe derveyê welat, ji Rûsyayê, wezîrê karên derve Lavrov bersiva Amerîkayê da û got ku ew biryarê dane dê 10 dîplomatên Amerîkayê derxin derveyê welat.

Lavrov di wexta bi wezîrê karên derve yê Sirbistanê Nikola Selakoviç re li Moskovayê derket ber çapemeniyê ragihandina xwe kir. Lavrov weha got:

“Me biryarê daye 10 dîplomatên Amerîkayê derxin derveyê welat. Em ê prosudurê dewam bikin û teklîfê bikin û bêjin dê 10 dîplomatên Amerîkayê Rûsyayê terk bikin. Xebatkarên konsulxaneyan bo demekî kurt dertên geştûseyranê û em ê wê jî qedexe bikin.”

Lavrov di dewama axaftina xwe de got ku dê ji Amerîkayê daxwaz bikin da jimara xebatkarên dîplomatên Amerîkayê yên li Rûsyayê daxin 300 xebatkaran. Lavrov di encama axaftina xwe de weha got:

“Hinek weqfên Amerîkayê li Rûsyayê xebatê dikin. Ew rêxistinên ku mudaxele bi karên hundir yê Rûsyayê dikin û xebatên weqfan dersînor bikin an bidin rawestandin.”