image

Wezereta Karên Derve yê Rûsyayê da zanîn ew ji ewlehiya leşkerên xwe yên li Sûriyeyê bi endîşe ne. Lê ew tu tehdîtên li dijî hebûna wan jî qebûl nakin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê balê kişand ser rageşiya di navbera Israil, Sûriye û Îranê de û daxuyaniyek derheqê mijarê re ragihand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat belavkirin de wiha hat gotin:”Sûriye li hemû peymanên derheqê herêmên bê pevçûn de li gorî qaîdeyan tevdigere. Em ji bo ewlehiya leşkerên xwe bi endîşe ne. Lê em qebûl nakin ku leşkerên me li wir di nav xetereyê de bin.”