image

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rusyayê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand û îdia kir ku hêzên Ukraynayê, êrîşî herêma Luhanskê kiriye û di wê êrîşê de bi dehan kuştî û birîndar hene.

Wezaretê ragihand ku di êrîşa ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve li nexweşxaneyeke herêma Luhanskê hat kirin de 14 kesan can dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji hemû birîndaran re alîkariya pêwîst hatiye kirin û hat gotin ku,

"Êrîşa moşekî ya bi zanebûn li dijî saziyeke tenduristiyê ya ku tê zanîn bi awayekî çalak xizmetê dike, tawanê şer e ku ji aliyê rejîma Kievê ve hatiye kirin. Kesên ku pêwendiya wan di vî tawanî de hene, dê bên dîtin û bên darizandin.”