image

PeyamaKurd – Beşa Federal ya Ewlehiyê ya Rûsyayê konsolosê Ûraynayê yê li St. Petersburgê Aleksandr Sosonyuk bi sedema agahiyên sirrî bi dest xistiye xist binçav û çend siet bi şûn de wî berda.

Li gor ajansa nûçeyan ya Interfax ê konsolos Sosonyuk wexta ji yekî Rûs agahiyên ewlehiyê yên Rûsyayê sitendiye, di ser sûc de hatiye girtin. Serwîsa Ewlehiyê ya Federal weha got:

“Ev xebat bi rewşa xebata dîplomasiyê re lihev nake. Ev, aşkera dijminahiya Federasyona Rûsyaye.”

Berdevkê wezareta karên derve yê Ûkraynayê Oleg Nikolenko, li ser binçavkirina konsolosê wan ji aliyê Rûsya de ragihand ku ew xwe bo bersiveka berfireh bidin xwe amade dikin. Nikolenko weha got:

“Tevegerekî Rûsyayê yek ji wan ê ku îstîqrarê xerab dike hat kirin. Hêzên Rûsyayê li St. Petersbûrgê xebatkarekî konsulxaneyê xistiye binçav. Ew diplomat niha dîplomatê Ûkraynayê ye.”