image

PeyamaKurd – Li hemberê dorpêçên ser Rûsyayê bi taybetî yên ku piştî referandûma li Ukraynayê hat kirin, tedbîrekî nû danî. Li gor tedbîra nû ya Rûsyayê; Rûsya biryarê da ji bo wan welatên ku dostên Rûsyayê nînin wê rêyên bejariyê ji bo wan bigre. Biryarnameya Rûsyayê ji aliyê serokwezîr Mihail Mişustin de hat îmzekirin. Welatên ku navên li jêr hatine belavkirin, wê nikaribin rêyên di axa Rûsya de bikarbînin.

Biryaranama serokwezîrê Rûsyayê wê ji bo rojên di navbera 10.10.2022an û 31.12.2022an de guncaw be. Di biryarê de hat gotin ku piştî alav bikevin axa Rûsyayê, wê bi alavên Rûsya û Belarûsê bixin nav axa Rûsyayê û weha dewam dike:

"Li ser sînorên herêmên Pskov, Leningrad û Murmansk, Komara Karelya û St. Petersburg ê, di deriyên gumrikên wan de, wê mal ji alavên wan deynin û li alavên Rûsya û Belarûsê siwar bikin. Tenê herêma ku di nav axa Awrûpa de dimîne, deriyê Kaliningradê di nav de nîne.”

Lîsta navên dewleta yên ku dostên Rûsya nînin wehaye:

Welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê tev, Amerîka, Anguilla,Britanya Gravên Virjin yên Brîtanya, Cebelitariq, Îzlanda, Kanada, Lihtenştayn, Mikronezya, Monako, New Zeland, Norweç, Kora Başûr, Awûstralya, Arnavutluk, Andorra, Îngîltere, San Marino, Makedonya Bakûr, Singapur, Tayvan, Ukrayna, Karadağ, Îswîçre Japonya, Yunanistan, Danimarka, Slovenya, Slovakya û

Xirwatîstan.