
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov piştî êrîşa xeta borûyê ya amonyakê ya Tolyatti-Odessayê ragihand ku êrîş dikare bi awayekî neyînî bandorê li ser peymana dexlê bike ku peyman nê nûhkirin. Teqandina xetê di roja duşema borî li devera Harkovê di beşa Masyutovkayê de bûbû. Li ser bûyerê Peskov weha got:
“Em herifandinên wê derê nizanin. Em nizanin wê terefê Ûkraynayê jî çi bike. Beşa ku me eleqedar dike perçeyekî ji ‘peymana dexlê’ ye. Ji ber wê, ji bo dirêjkirina wexta peymanê pirsgirêke.”
Peskov bertekê nîşan da ku Rûsyayê ji êrîşa bendava Nova Kakhovka berpirs digrin û weha dewam kir:
“Em van sûcdarkirinan red dikin. Em dibêjin bi fermana rejîma Kîevê sabotaja bendavê hatiye kirin. Divê Kîev vê berpirsiyariyê bigre terefê xwe.”